Kurdisch
Polnisch | Russisch | Türkisch | Bulgarisch | Kurdisch | Persisch
Armanc
Eger mirovek kêmendam be an jî metirsiyana wê hebe, dibe wek heyî bête pêşkêşkirin, ku sinor li ber jiyana wî ya di civaka me de neyên danîn.
Em bi çalakiyên xwe van armancan dişopînin:
• ji kêmendametiyê xelas bibin, zora wê bibin, xwe ji
zehmetiyên wê biparêzin û encamên wê sivik bikin,
• ji sinordanîna bo karî û pêdiviya tîmarkirinê dûr
bikevin, zorbibin, kêm bikin û ji zehmetiyê biparêzin,
• beşdariya di jiyana karî de, li gor daxwaz û jêhatîbûnê
bitemamî bête misogerkirin,
• bigiştî piştgiriyê bo bipêşdebirina kesayetiyê bête
kirin û beşdariyê di jiyana civakî de bike, û derfet bi
serbixweyî biryarwergirtin hêsan bête dan.
Bikarêner
Karê me berê xwe dide mirovên
• nexweşvanên giyanî û/an jî
• nexweşiyên derûnî
Bikarênerên xizmetguzariyên me
• yên di xaniyê xwe de dijî an
• plan dike, ku bikeve xaniyê xwe û
• pêdivî bi şêwirmendiyê û alîkariyê bo zora jiyana
rojane bibe
Têdan
Em şêwrê pêşkêş dikin û piştgiriyeke çalak di hemî bergên jiyana rojane de dikin.
Em alîkariya hevkarên xwe dikin
• Bicehbûn
Bikevin xaniyekî ku daxwazên we pêk bîne
• Rewşa karmendan
Bo amadekirina desthilatên postê li nik karmendê
îdareyê
• Pîşe û kar
Jibo plandanîn û bidestxistina pîşeyekî û peydakirina
karî
• Tendurustî
Jibo lêgerîna li doxtoran(nojdaran) û xwarindanê
• JIyana civakî û kultûrî
Seredana kor û şahiyên kultûrî
• Derbasûna rojane û demên betlanan
Plandanîna derbasbûna rojane û birêvebirina
mewdanî(dravî)
• Tora girêdana civakî
(malbat, heval, dost û tbd)
Jibo pêşdebirin û parastina têkiliyên civakî
• Birêvebirina kêşeyan
Jibo serderiyê digel kêşeyan bikin bi xizman, heval an
jî cîran û deroran re û peydakirina alîkariyên pisporane
têkilî bêtine danîn
• Plana Paşerojê
Jibo plandanîn û pêşdebirina nêrînen jiyanê
Em pêk ve bi bikarêneran re kar li ser rêbaz û
armancan bikin.
Hevkar
Em kar didin Dipl. karkerên civakî/perwerdekarên civakî, Dipl. pewerdezan û hevkarên ji pîşeyên din
Karmendên me jibo erkên xwe baş pêkbînin, dê birêkûpêk. Seredan dibistanên fêrkirinê, zanînwergirtinê bikin û bi mirovên pispor re karê xwe bikin
Hevkarên me ji gelek kultûran û grûpên zimanan pêk tên. Di dema niho de, em dikarin xizmetê bi van zimanên jêrîn pêşkêş bikin
• Elmanî
• Kurdî
• Polonî
• Sorbî
• Rûsî
• Bulgarî
• Tirkî
• Makedonî
• Farisî
Eger pêdivî be, dikarin hijmarên zimanan pirtir bikin.
Hilgirê xerciyê
Xerciya vê tevdîrê ji hêla berpirsên alîkarên civakî li gor §§ 53ff SGB XII hildigirin
Eger hatina yê beşdar û/an hebûna wî sinorê SGB XII derbas bike, divêt ew di xerciyê de pişikdar be an jî hemî xerciyê bide .
Em dikarinin şîret û şêwrê bidin we li ser pirsên we, ka kî dê xerciyê hilgire.