Kurdisch

Kurdisch

Polnisch | Russisch | Türkisch | Bulgarisch | Kurdisch | Persisch

Armanc


Eger mirovek kêmendam be an jî metirsiyana wê hebe, dibe wek heyî bête pêşkêşkirin, ku sinor li ber jiyana wî ya di civaka me de neyên danîn.

Em bi çalakiyên xwe van armancan dişopînin:

•   ji kêmendametiyê xelas bibin, zora wê bibin, xwe ji
    zehmetiyên wê biparêzin û encamên wê sivik bikin,

•    ji sinordanîna bo karî û pêdiviya tîmarkirinê dûr
    bikevin, zorbibin, kêm bikin û ji zehmetiyê biparêzin,

•   beşdariya di jiyana karî de, li gor daxwaz û jêhatîbûnê
    bitemamî bête misogerkirin,

•   bigiştî piştgiriyê bo bipêşdebirina kesayetiyê bête
    kirin û beşdariyê di jiyana civakî de bike, û derfet bi
    serbixweyî biryarwergirtin hêsan bête dan.

Bikarêner

Karê me berê xwe dide mirovên

•   nexweşvanên giyanî û/an jî
•   nexweşiyên derûnî

Bikarênerên xizmetguzariyên me

•   yên di xaniyê xwe de dijî an
•   plan dike, ku bikeve xaniyê xwe û
•   pêdivî bi şêwirmendiyê û alîkariyê bo zora jiyana
    rojane bibe

Têdan

Em şêwrê pêşkêş dikin û piştgiriyeke çalak di hemî bergên jiyana rojane de dikin.
Em alîkariya hevkarên xwe dikin

• Bicehbûn

  Bikevin xaniyekî ku daxwazên we pêk bîne

• Rewşa karmendan
  Bo amadekirina desthilatên postê li nik karmendê
   îdareyê

• Pîşe û kar
  Jibo plandanîn û bidestxistina pîşeyekî û peydakirina
   karî
 
• Tendurustî
  Jibo lêgerîna li doxtoran(nojdaran) û xwarindanê

• JIyana civakî û kultûrî          
  Seredana kor û şahiyên kultûrî

• Derbasûna rojane û demên betlanan
  Plandanîna derbasbûna rojane û birêvebirina
  mewdanî(dravî)

• Tora girêdana civakî
  (malbat, heval, dost û tbd)  
  Jibo pêşdebirin û parastina têkiliyên civakî

• Birêvebirina kêşeyan
  Jibo serderiyê digel kêşeyan bikin bi xizman, heval an
   jî cîran û deroran re û peydakirina alîkariyên pisporane
  têkilî bêtine danîn

• Plana Paşerojê
  Jibo plandanîn û pêşdebirina nêrînen jiyanê

  Em pêk ve bi bikarêneran re kar li ser rêbaz û
  armancan bikin.

Hevkar

Em kar didin Dipl. karkerên civakî/perwerdekarên civakî, Dipl. pewerdezan û hevkarên ji pîşeyên din

Karmendên me jibo erkên xwe baş pêkbînin, dê birêkûpêk. Seredan dibistanên fêrkirinê, zanînwergirtinê bikin û bi mirovên pispor re karê xwe bikin

Hevkarên me ji gelek kultûran û grûpên zimanan pêk tên. Di dema niho de, em dikarin xizmetê bi van zimanên jêrîn pêşkêş bikin

•    Elmanî
•    Kurdî
•    Polonî
•    Sorbî
•    Rûsî
•    Bulgarî
•    Tirkî
•    Makedonî
•    Farisî

Eger pêdivî be, dikarin hijmarên zimanan pirtir bikin.

Hilgirê xerciyê

Xerciya vê tevdîrê ji hêla berpirsên alîkarên civakî li gor §§ 53ff SGB XII hildigirin

Eger hatina yê beşdar û/an hebûna wî sinorê SGB XII derbas bike, divêt ew di xerciyê de pişikdar be an jî hemî xerciyê bide .

Em dikarinin şîret û şêwrê bidin we li ser pirsên we, ka kî dê xerciyê hilgire.

AHMB e.V.

Zentrale
Eintrachtweg 19
30173 Hannover  
 
Tel.: 0511/ 22 00 79-0
Fax: 0511/ 22 00 79-49
E-Mail: info@ahmb.de
 
Außenstelle
Hamburger Str. 267
38114 Braunschweig
 
Tel: 0531/ 390 209-0
Fax: 0531/ 390 209-29
 
 
 
 
Folgen Sie uns auch auf Facebook
Wir benutzen Cookies

Wir nutzen Cookies auf unserer Website. Einige von ihnen sind essenziell für den Betrieb der Seite, während andere uns helfen, diese Website und die Nutzererfahrung zu verbessern (Tracking Cookies). Sie können selbst entscheiden, ob Sie die Cookies zulassen möchten. Bitte beachten Sie, dass bei einer Ablehnung womöglich nicht mehr alle Funktionalitäten der Seite zur Verfügung stehen.